Hikûmet peyameke bi belge bo Bexdayê şandiye

dibêje li gor destûrê bexda nikare mûçeyan neşîne
کوردستان TV
100%

Hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê ne şandina mûçeya fermanber û karmendên hikûmeta herêma Kurdistanê de peyameke 10 xalî yaku bi belgeyên destûrî hatiye xemlandin, bo hikûmeta Bexdayê şand.

Li gor peyama han, hikûmeta herêma Kurdistanê ji Bexdayê re gotiye; Li gor destûra bingehîn ya Îraqê û zagonên taybet yên bo parastina mafên herêm û navçeyan yên ku di destûra Îraqê de hatine nivîsandin, nabe hikûmeta Bexdayê bi ti awayî mûçe û şayisteyên darayî yên hikûmeta Kurdistanê qut bike jiber ku karmendên hikûmeta herêmê jî beşekin ji karmendên hikûmeta fedral.

Di nameya han de hikûmet 10 belgename û xalên destûrî ku rê nadin bi ti awayî mûçeya karmendên hikûmeta hêrêmê were qutkirin diyar kiriye û daxwaz ji Bexdayê kiriye pêbendî destûrê be.

Di beşeke din ya vê nameya han de hatiye diyarkirin ku Bexda di sê mehên destpêka 2020an de ti şayisteyeke darayî bo hikûmeta Kurdistanê neşdandiye ev yek ji bilî qerebûya karmendane ku dike 452 miliyar dinar.

Di berdewamiya nameyê de hatiye diyarkirin ku ji sibata 2014an ve heta 2019 Bexda ti şayisteyeke darayî bo Kurdistanê neşandiye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.