Tîmeke ji Şêwirmendên leşkerî yên Almanî yaku di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de li Îraq û Kurdistanê kar dike, serdana wezareta pêşmerge kir.
Di civîna şanda leşkerî ya Almanî û rayedarên wezareta pêşmerge de giftûgo li ser liv û tevgerên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên dagîrkirî, zêde bûna liv û tevgerên terorîstan, çawetiya domandina kar û hemahengiyên hevbeş di navbera hêzên leşkerî yên Almanî û hêzên pêşmerge de hate kirin.
Her di heman civînê de şanda Almanî eşkere kir ku Almanya di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de li ser hevkarî kirin û hemahengî kirin li gel hêzên pêşmerge de berdewam dibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin