Shinzo Abe: Dibe ku olîmpiyadên Tokyo di 2021'an de jî çênebin

jiber Koronayê tên paşxistin
کوردستان TV
100%

 

 

Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe diyar kir ku ger şewba vîrusa korona neyê kontrol kirin, dibe ku Olîmpîyadên Tokyo di sala 2021’an de jî çênebe.

Olîmpiyada ku li ber bû ku vê havînê li dar keta, jiber vîrusa korona ji sala pêş re hatibû taloq kirin.

Abe diyar kir ku jiber ku vîrusa korona kêşeyeke cîhanî ye û dibe ku olîmpiyad sala pêş jî çênebe.

 ‘’ Abe got:  Lîstikên olîmpîyatdê divê nîşan bide ku cîhan dijî vîrusa korona bi ser ketiye. Bi awayê din ewê mazubaniya bo olîmpiyadan dijwar be..

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li seranserê cîhanê ketiye canê pirtir ji 3,100,000 kes û 217,212 jiber wê jiyana xwe ji dest dane

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.