Şanda Kurdistanî yaku duhê li ser fermana Serokwezîrê Kurdistanê û bi daxwaza Serokwezîrê Îraqê, bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qobad Talebanî serdana Bexdayê kiribû, îro li Bexdayê li gel balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew H. Tuellerê civiya.
Di civînê de şanda Kurdistanî û balyozê Amerîkayê behsa çawetiya rûbirû bûna Korona û aloziyên navbera Bexda û Hewlêrê kirin.
Her di heman civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê û prosesa ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê jî hate kirin.
Di berdewamiya civînê de şanda Kurdistanî eşkere kiriye ku mebest ji vê serdana han ya bo Bexdayê dawî anîn bi kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin