Serokê Herêma Kurdistanê li gel Jeanine Plasschaert civiya

behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin
کوردستان TV
100%

Berî nîvroya îro sêşem 28/04/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Li civînê de ku birêz Dr Edhem Îsmaîl Nûnerê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) amade bû, her dû alî rewşa siyasî ya Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna Hikûmeta Federal û pêşhatên dawî yên rûbirûbûna şewba Koranayê guftûgo kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê li ser bingeha dabînkirin û parastina mafên destûrî, piştgiriyê li birêz Mistefa Kazimî dike ku Hikûmeta nû ya Federaliya Iraqê pêkbîne û hêvî xwest bikare di dema xwe ya diyarkirî da hikûmetê pêkbîne. Her wiha rola Nûnerayetiya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê yên ji bo hevkariya Iraqiyan li pirsa pêkanîna hikûmetê û rasterêkirina rewşa siyasî ya Iraqê da bilind nirxand.

Li beşekî dinê civînê de her dû alî rewşa darayî ya Iraqê û birîna mûçeyên fermanberan û mûçexurên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federaliya Iraqê ve xiste ber behs û li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku nabê mûçe û hêjayiyên darayiyên Herêma Kurdistanê bibin pirsekî siyasî û van hengavên Bexdayê bi karekî nedestûrî û neyasayî da zanîn. Daxwaz jî li Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir ku ji bo çareserkirina vê kêşeyê li gel Bexda rola xwe bibîne.

Pêşhatên dawî yên belavbûna şewba Korona li Iraq û Herêma Kurdistanê û hengavên rûbirûbûna wê, mijareke dinê civînê bûn ku têda birêz Nûnera Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) çawayiya muamelekirin û rûbirûbûna şewbê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bilind nirxand û li gel Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê spasî û destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî jî ji bo hemahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasî rêxistinê kir

president.gov.krd

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.