HRE: Li Bab û Şerayê 5 leşker û çete hatin kuştin

derxistina Kurdan ji Efrînê hîn jî didome
کوردستان TV
100%

Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li Bab û navçeya Şera ya Efrînê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 3 çete hatin kuştin û 2 leşker û çeteyek jî birîndar bûn.

Li gor nûçeyeke anhayê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê der barê çalakiyên xwe de agahî dan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

 “Roja 25’ê Nîsanê hêzên me li herêma Babê li dijî seyareyekî çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de seyare hat rûxandin, 2 leşker û 2 çete hatin kuştin, 2 leşker û 1 çete jî birîndar bûn.

Roja 27’ê Nîsanê hêzên me li gundê Enabkê yê bi ser navçeya Şera ve li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.