Li Îranê 12 welatî canê xwe ji dest dan

8 welatiyên din jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îranê di encama bûyereke tirafîkê de li parêzgeha Xorasana başûr ya li Rojhilatê Îranê herî kêm 12 welatî canê xwe ji dest dane.

Çapemeniya Îranê belav kiriye ku îro danê sibê li bajarokê Serbîşe ya li eyaleta Xorasana başûr ya li Rojhilatê Îranê kamiyonek û pasek lihev dane û di encam de 12 welatî canê xwe ji dest dane û 8 welatiyên din jî birîndar bûne.

Hêjayê gotinêye ku tevahiya şêniyên her du eyaletên Xorasana bakûr û Xorasana başûr ku dikevin Rojhilatê Îranê Kurdin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.