Daxuyanîya FNDK bona rewşa Herêma Federal a Kurdistana Îraqê

dibêje derfeteke dîrokî ketiye destê gelê Kurd
کوردستان TV
100%

Eva êdî weke sî salan e, ku li Kurdistana Başûr (li Kurdistana azad) rêvebirîya netewî ya kurdan emel dike. Cara pêşin di nava dîroka nûdemê ya gelê kurd da demeke ewqas dirêj firsend kete destê gelê Kurdistana Başûr bi xwe qedera xwe tayîn bike û ocaxa xwe ya netewî ava bike. Bona hemû kurdên cihanê ew nimûneya kubarîyê û hêvîya mezin e. Serketinên kurdan li Kurdistana Başûr di hêla karê avakirin û şênkirina welêt da xwedî kemala navnetewî ya giring e, ji ber ku ew eynatî dijminan û xêrnexwazan, nîşanî tevaya cihanê dikin, ku gelê kurd bo serxwebûnê, jîyaneke azad, bo avakirina dewleta xwe a serbixwe amade ye. Kurdistana Başûr di nava salên buhurî da gelek zelûlî û dijwarî dîtîye, him şerê navxweyî, him şerê bi Rêxistina têrorîstîyê ya Dewleta Îslamî (Daîş, li Rûsîya Federal hatîye qedexekirin) ra, him dorgirtina aborî, him helwestên dijminatîyê yên welatên cînar, him bi hatina jimareke penaberan ya pir. Û îro herêm di şertên rewşa ne aram li Rohilata Nêzîk da karê xwe dimeşîne, ku girêdayî ye bi dijberîya DAY û Îranê, şerê li Sûrîyê, tevlihevîyên li Îraqê, nexweşîya vîrûsa koronayê, pirsgirêkên aborî va ku di rûyê ketina qîmetê neftê û sebebên din va rû dane. Dihate texmînkirin ku di van şertên giran da rêber û partîyên sîyasî yên Kurdistanê gerekê di nava xwe da hevkarîyeke qenc saz bikirana bona wê ocaxa welatê kurdan û berjewendîyên gelê kurd ser her tiştî ra bigirtana. Lê sed heyf, em dîsa dijberîyên di nava partîyan, gunehkarkirina hevdu û bangawazîyên bê bingeh yên nûnerên çend partîyan dibînin, ku zor li desthilata Kurdistanê dikin ku ji hevdu cuda bin, rêvebirîyên cuda saz bikin û bi awayekî vekirî bi şerê birakujîyê hevdu çavtirsandî dikin. Em ser wê bawerîyê na, ku bang û gefxwerinên wisa xîyanet in di hindava berjewendîyên gelê kurd da. Li her dewleteke normal da gotin û gefên wisa mehkeme tê kirinê û ew kes têne girtin. Em ser wê bawerîyê ne, ku Kurdistana Başûr di nava dehsalîyên buhurî da gerekê di zû da bibûya dewleteke nûjen û demokrat û ji bo cihanê bibûya nimûneya aramîyê û pêkanîna qanûnan. Qesta me ji van gotinan ev e: Serkanîya desthilatdarîyê li Kurdistanê gelê Herêma Kurdistanê yê pirmilet û pirdînî ye. Desthilatdarî li Kurdistanê li ser bingehê daxweza milet, di hibijartinan da tê pêkanînê. Ango, desthilatdarîya li Kurdistanê di destê Parlamentoyê, Serokkomar, Hukumeta Kurdistanê da ye, ku ji alîyê gel da têne hilbijartin, lê ne di destê partîyayên PDK, YNK, Gorran û yên din da nin. Ev rayedarên qanûnî, meşrû him ji alîyê Bexdayê da, him jî ji alîyê hevalbendîya navnetewî da hatine nas kirin û tenê destûra wan a hiqûqî heye rêvebirîya Herêmê pêk bînin. Herwiha kontrola li ser sînoran û tevaya axa Herêmê di bin destê wan da ye. Em hemû fikirên jorgotî didine ber çavan û ser van bawerîyan in: - Bi lez hemû desteyên leşkerî yên partîyan û hêzên Asayîşê ji hev bela bikin, bona sazkirina artêşa netewî a kurdan a yekgirtî – Pêşmerge, ku girêdayî Serokkomar – Fermandarê sereke bin. Bernameya ku Hêzên pirnetewe bona rêformkirina pêşmergeyan ya ji 37 xalan bi temamî pêk bînin. - Em berê xwe didine rêberên PKK ku destxweda hemû axên di bin kontrola xwe da – Qendîl, Mexmûr, Şengal û yên din – teslîmî desthilata Kurdistanê a qanûnî bikin. Bi hukumeta Kurdistanê ra dest bi guftûgokirina pirsa derheqa mayîna desteyên PKKê li ser axa azad a Kurdistana Başûr bikin. Tu dewleteke dinyayê tehmûl nake, ku merivên çekdar li ser axa di bin kontrola xwe da hebin, ew kê dibin bira bibin. Bi bawerîya me, çareya here baş bona berjewendîyên tevaya gelê me ew e, ku deste-yekîneyên PKKê, ku li Qendîlê, Şengalê û cîyên mayîn bi cî bûne, ji wir derkevin û dewsa wan yekîneyên Pêşmergeyan bi cî bibin, ku yên Wezîreta Pêşmergeyan ya Kurdistanê ne. Ewê rê nede Tirkîyê, ku bi bahaneya şerê bi PKKê ra axa Kurdistanê bombebaran bike û bi wê armancê bazayên wê li herêmê hebin. - Em bangî serokatîya hemû partîyan dikin, him PDK, him YNK, him jî PKKê dikin rêz li biryar û qanûnên organên Kurdistanê yên qanûnî – Parlamentoyê, Serokkomar, Hukumetê bigirin. Gerekê derc bikin, ku ew organ vîna gel in û ji alîyê wî da hatine hilbijartin û ”milkê” tu partîyake sîyasî nînin. - Em bawer in ku danûstendinên li gel Bexdayê û pêkanîna têkiliyên navbeynkariyê gerekê bi nûnerên qanûnî yên Kurdistanê ra – Serokkomar, Serekwezîr, nûnerên Parlamentoya Kurdistanê ra, lê ne bi delegasyonên pirjimar yên hinek partîyan ra bêne meşandin. Ew yek nayê qebûlkirinê û ew tesîreke neyênî li ser berjewendîyên herêmê dike û hurmeta desthilata kurdan dide nimizkirinê. Dijminên me vê yekê bi awayekî serketî bi kar tînin. - Em ser wê bawerîyê ne, ku bangên bona veqetandina çend parêzgehên Kurdistanê û gefxwerinên bona destpêkirina şerê navxweyî – ew gunehkarî ne di hindava tevaya gelê kurd û emel û gotinên wisa gerekê bêne rexnekirin û sûcdarkirin. - Em bangî Paralament, Serokkomar û Hukumeta Kurdistanê dikin karê bona bihêzkirina sazîyên dewletê yên Kurdistanê û desthilatdarîya wan bidine xurtkirinê, qedir û hurmeta wana bidine bilindkirinê. - Pêwîst e Parlamentoya Kurdistanê qanûna derheqa partîyên sîyasî da amade bike û qebûl bike (an jî di qanûnên heyî da guhartinan bike), ku li wir statu û cîyê wan di jîyana herêmê a sîyasî da destnîşan bike û rê nede ku hukumê wan li ser hêzên çekdar û hêzên aramîyê hebe. - Li Kurdistaneke sekuler a pirdînî-pirrengî a demokratîk, divê ol ji dewletê were veqetandin. Tenê bi vî awahî emê bikaribin alî yekîtîya gelê kurd bikin û dewleta demokratîk û nûdemê ava bikin.

Serokatîya Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.