Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand ku di encama cerbandinên nûjdariyê de bo hijmarek ji welatiyan, derket ku 5 welatiyên din li Hewlêrê bi Koronayê ketine.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî 4 ji wan welatiyan endamên malbeta vê jinêne ku duhê li taxa Kesnezan ya Hewlêrê bi Koronayê ketibû.
Welatiyê din jî keseke 33 sale û li apartimanên Zaniyarî dijî û ev jî ji keseke din ku beriya niha bi Koronayê ketibû, vîros wergirtiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin