Serokwezîr li Jeanine Hennis-Plasschaert civiya

dibêje rayedarên Bexdayê amade nebûn rêkeftinê cîhbicîh bikin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunera Sekreterê giştî yê NY li Îraqê civiya û piştî civînê jî li ser pêgeha xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 27/4/2020 me pêşwaziya nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de ku nunerê saziya tendirostiya cîhanî ya li Îraqê Dr, Edhem Îsmaîl jî tê de beşdar bû, derbarê rewşa herêma Kurdistanê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û tedbîrên taybet yên bo rûbirû bûna Koronayê giftûgo kir.

Di berdewamiya civînê de me behsa biryara derqanûnî ya birîna para bûdceya herêma Kurdistanê yaku nîveya mûçeya karmendên hikûmeta herêmê ye, ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve kir û tekez li ser vê yekê kir ku ev biryar biryareke siyasî û derqanûniye û zexteke siyasiye li dijî welatiyên herêma Kurdistanê.

Me ev yek da diyarkirin ku her di destpêka destbikar kirina kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê, serdana Bexdayê kir û dilxwazî û niyazpaqêjiya xwe bo çareser kirina kêşeyên heyî li ser esasê destûrê diyar kir û bo vê yekê jî me çend pêşniyar bo çareser kirina kêşeyan pêşkêş kir û di encam de di dawiya sala derbazbûyî de her du alî gehêştin bi jihev fêmkirineke baş derbarê petrol û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê bi awayek ku hikûmeta herêmê 250 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê bike û Bexda jî 900 miliyon dolar weke mûçe û şayisteyên darayî bo herêma Kurdistanê bişîne, lê mixabin pişt re rayedarên Bexdayê amade nebûn vê yekê cîhbicîh bikin.

Di berdewamiya civînê de tekez li ser vê yekê hate kirin ku nabe hikûmeta fedralî babeta mûçe û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê weke karteke siyasî û ceza kirinê li dijî welatiyên herêmê bikar bîne jiber ku ev yek beruvajî mafên destûrî yên herêmê û li dijî mafên welatiyên herêmê ye.

Di beşeke din ya civînê de me hevkarî û piştgîriya herêma Kurdistan bo ava kirina kabîneya nû li ser esasê hevbeşî û pêbend bûn di destûrê diyar kir.

Di dirêjahiya civînê de me giftûgo derbarê tedbîr û şîretên rûbirû bûna Koronayê li herêma Kurdistanê de kir  û ji aliyê xwe ve nunerê saziya tendirostiya cîhanî ya li Îraqê jiber tedbîrên xwe parêziyê spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ragihand ku ezmûna herêma Kurdistanê di rûbirû bûna Koronayê de serkeftî û gelek baş bûye û cîhê serfiraziyê ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.