Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina meha Remezanê peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi minasebeta hatina meha pîroz ya Remezanê, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan û cîhan dikim, hêvî dikim meha xêr, bereket û rehmet be û xwedê mezin û dilovan, rûjû û îbadetên tevahiya aliyan qebûl bike.
Liwir pêwîste spasiya Mamosteyên olî yên herêma Kurdistanê bikim ku bo hevkarî kirin û cîhbicîhkirina şîretên tendirostî yên bo rûbirû bûna Koronayê roleke berçav lîstine, daxwaz ji wan jî dikim daku berdewam bin li ser şîret kirina welatiyan bo parastina xwe û civakê ji Koronayê.
Hêvî dikim meha Remezanê bibe sedema xêr û xweşiyê bo tevahiya aliyan.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin