Duh li Tirkiyeyê 117 kes ji ber Koronavirusê mirine

nêzî 2 hezar û 500 kes mirine
کوردستان TV
100%

Li gorî daxuyaniya wezîrê tenduristî yê Tirkiyeyê duh li Tirkiyeyê 117 kes mirine. Li 3 hezar û 83 kesên din nexweşî peyda bûye.

Fehredîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê amarên nû yên derbbarê koronavirusê ango Covid-19ê de bi raya giştî re par ve kiriye.

Li gorî daxuyaniya Kocayî duh li 3 hezar û 83 kesên din nexweşî peyda bûye. 117 kes jî mirine. Hezar û 559 kes piştî dermankirinê baş bûne.

Duh test ji bo 37 hezar û 535 kesan hatiye çêkirin. Li gorî hejmarên ku hatine aşkerekirin heta niha test ji bo 750 hezar û 944 kesan hatiye kirin.

Heta niha li Tirkiyeyê 98 hezar û 674 pêketî hene. Herwiha hejmara miriyan li ser hev gihîştiye 2 hezar û 376an.

Dermankirina hezar û 814 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Dîsa 985 nexweşên entube hene. 16 hezar û 475 nexweş jî baş bûne.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.