Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku di nava 24 seatên derbazbûyî de li Kurdistanê ti welatiyek bi Koronayê ne ketiye.
Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê cerbandinên nûjdariyê bo hezar û 123 kes hatine kirin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku tevahiya encaman baş bûne û ti kesek bi Koronayê neketiye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku li seraserê Kurdistanê bi giştî 8 hezar û 410 kes ketibûn qerentîneyê li piştî çareseriyên nûjdariyê niha tenê hezar û 491 kes di qerentîneyê de mane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin