Birêveberê tendirostiya Helebceyê ragihand ku li Helebceyê bi giştî 22 welatî bi Koronayê ketibûn û tevahiya wan li nexweşxaneyê hatine dermankirin.
Birêveberê tendirostiya Helebceyê Dr. Azad Mistefa eşkere kir ku ev 22 welatiyên ku li Helebceyê bi Koronayê ketibûn, bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û piştî derman kirinê rewşa 15 ji wan baş bûye û bo malên xwe hatine veguhastin.
Azad Mistefa eşkere kir ku niha li Helebceyê tenê 7 berketiyên Koronayê mane û di nava qonaxa derman kirinê dene di nava çend rojên pêş de ve ev jî ji nexweşxaneyê werin derxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin