Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 122mîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi munasebeta 122mîn salvegera rojnamegeriya Kurdî û derçûna yekem hijmara rojnameya Kurdistan, pîrozbayiyên gerim pêşkêşî Rojnameger û medyakarên Kurdistanê dikim.
Herwiha 22mîn salvegera damezrandina sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê jî pîroz dikim û hêviya serkeftinê jê re dixwazim.
Vê minasebetê bi derfet dizanim ku spasiya dezgehên ragehandinê yên herêma Kurdistanê bikim ku bo cîhbicîh kirina şîretên tendirostî yên xwepariziyê û belav kirina şîretên tendirostî roleke giring lîstine.
Rêzdariya me bo wan Rewşenbîr, pêşengên rojnamegeriya Kurdî û ev Rojnamegerên ku bo gehandina doza reva ya gelê Kurdistanê xebat kirine û canê xwe bexşîne.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
21/4/2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin