Amerîka gef li Tirkiyeyê dike

dibêje dorpêçên gelek dijwar amadene
کوردستان TV
100%

Qirîza sîstema berevaniya mûşekî ya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de didome, Amerîka ku li dijî kirîna S400ên Rûsî bû ji aliyê Tirkiyeyê ve, hîn jî li ser helwesta xwe ya li dijî Tirkiyeyê bi îsrare.

Wezareta derve ya Amerîkayê eşkere kiriye ku lazime Tirkiye ji cidî bûna Amerîkayê fêm bike û bizanibe ku nikare bi awayekî hevdem bibe xudanê balefirên F35 yên Amerîkî û sîstema berevaniya mûşekî ya S400 ya Rûsî.

Li gor wezareta derve ya Amerîkayê, Amerîka li ser helwestên xwe cidî û bi îsrare û jiber qirîza S400an dorpêçên gelek dijwar amade kiriye ku bi ser Tirkiyeyê de bisepîne.

Weke tê zanîn rayedarên Tirkiyeyê jî diyar kirine ku jiber Koronayê ektîf kirina S400an yaku biryar bû di vê mehê de were kirin, hatiye paşxistin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.