Li Çomanê zêdetir ji 760 mayîn û parçe teqemenî hatin jinavbirin

ji aliyê saziya mînan ve hatine jinavbirin
کوردستان TV
100%

Li çiyayê Berdebûk a sînorê qeza Çomanê û bi beşdariya serokê Dezgayê Giştî ya Karûbarên mayînan û Rêveberê Giştî yê Karûbarên mayînan li Hewlêrê tîma teqemeniya EOD ve 765 mayîn û teqemenî hatin jinavbirin.

Rêveberê ragehandina rêveberiya giştî ya karûbarên mayînan li Hewlêrê Raber Enwer ji BasNewsê re ragehand, duh 20.04.2020ê bi amadebûna serokê Dezgayê Giştî yê karûbarên mayînan û qaymeqamê qeza Çomanê û rêveberê giştî yê karûbarên mayînan li Hewlêre û rêveberê giştî yê dîwan û rêveberê nahyeya Gelale û hejmarek ji karmendên Dezgayê Mayînan û hejmarek amadebûyên din ve li çiyayê Berdebûk a sînorê qeza Çomanê bi sedan mayîn û parçeyên teqemeniyê hatin jinavbirin.’’

Herwaha got, hejmara wan mayîn û teqemeniyan 765 parçe bûn û ji aliyê tîma teqemeniyê ya EOD ve bi awayekî serkeftî hatin teqandin û jinavbirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.