Nêçîrvan Barzanî: Em bi ti awayî rê bi du îdareyî nadin

dibêje ti kêşeyên navbera PDK û YNKê de tunene
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di preskonferansekê de behsa çend mijaran kir û tekez li ser vê yekê kir ku li Kurdistanê ti xwestek bo du îdareyî tuneye û bi ti awayî rê bi vê yekê jî nadin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê aloziyên Wertê de diyar kir ku Wertê axa herêma Kurdistanê ye û hikûmeta Kurdistanê jî xudan mafe ku hêz bo her devereke Kurdistanê bişîne û şandina hêzên pêşmerge jî bo deverê, pêngaveke demkî bûye ku di çarçoveya tebdîrên dijî Koronayê de hatiye avêtin.

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku ti alozî di navbera PDK û YNKê de tuneye û ewin ku hene ber bi çareseriyê ve diçin û tevahiya aliyan jî hewl bo aram kirina rewşê didin.

Derbarê gefên PKKê de jî Barzanî diyar kir ku çarçoveya xebata PKKê Bakûrê Kurdistanê ye nebaşûrê Kurdistanê û eger pkk di xemê başûrê Kurdistanê deye û dixwaze hevkariya başûr bike vê demê baştirîn kar ku pkk bike vekêşane ji başûrê Kurdistanê û pkk li Kurdistanê de ne xudam revayetiye ku daxuyaniya bide.

Derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku heta niha bo rûbirû bûna Koronayê du labratuvar (taqîgeh) û çend tîmên nûjdariyê bo xizmet kirina birayên xwe li Rojavayê şandiye Rojavayê û li ser hevkarî kirina xuşik û birayên xwe li Rojavayê jî berdewam dibin.

Derbarê mijara radest kirina girtiyê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê de jî Serokê herêma Kurdistanê diyar kir ku li gor gote got û medyaya civakî ev bûyer çê bûye lêbelê nabe em beriya rastiyan bikevin û tiştek bêjin, jiber ku Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr bo diyar kirina rastiyan komîteyek ava kirine û lazime li benda encamên lêkolînên komîteyê bin.

Derbarê têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê de jî Barzanî eşkere kir ku şert û mercên Kurdistanê hene, Kurdistan piştgîriya Mistefa Kazimî dike û her du alî bo çareser kirina kêşeyên heyî li ser hewlên xwe berdewamin. Bo Giftûgo kirin li ser kabîneya Kazimî emê pişta xwe didin projeya firakisyonên Kurdistanî yên li parlementoya Îraqê yaku pêşkêş kirine.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.