Îro careke din balefirên artêşa Tirkiyeyê navendên gerîlayên PKKê yên li devera Wertê û Sengeserê bordiman kirin.
Di vê derbarê de birêveberê Wertê Muslih Zirar ragihand ku îro di seat 10 û 45 deqîqeyan de balefirên Tirkiyeyê baregehên gerîlayên PKKê yên li çiyayê Direbê ya di navbera Zîna Wertê û Zargelê de bordiman kirine.
Nav hatî diyar kirk u bordiman ti zirar nedaye xelkê deverê lê jiber sextî û dijwariya deverê me nikariye derbarê zirarên PKKê de jî ti zaniyarî bidest bixin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin