Serok Barzanî bi minasebeta 27 saliya damezrandina govara Gulan peyameke pîrozbayî pêşkêşî stafa govara Gulan kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin
Birêzan
Sernivîser, Rojnamevan û karmendên govara Gulan
Silav û rêz
Bi minasebeta 27mîn salvegera damezrandina govara Gulan pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim, gulan piştî 27 salan rixmî tevahiya wan rewş û qonaxên sext ku bi ser welatê me de hatine, bi ser tavahiya astengiyan re zal bûye, niha jî yek ji ragihandinên herî geş û pêşkeftiye di nava ragihandina Kurdistanê, rola we di dîroka karkirinê de diyar û bi bandore, hevlên we bilind dinirxînim.
Destxweşiya we dikim û hêviya berdewamiyê û serkeftina zêdetir bo we dixwazim
Mesûd Barzanî
20ê Nîsana 2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin