Qayimiqamiya Silêmanî daxuyaniyek belav kir û tê de huşdarî da xelkê û ragihand ku lazime bi her awayî pêbendî şîretên xwe parastinê bin jiber ku metirsiya Koronayê hîn jî maye û egera dubare zêde bûna Koronayê jî heye.
Di daxuyaniya han de daxwaz ji dikandar, kasibkar û tevahiya aliyên têkildar hatiye kirin ku şîretên tendirostî bi başî cîhbicîh bikin û haya xwe ji tendirostiya xwe hebe jiber ku hîn jî metirsiya Koronayê heye.
Di beşeke din ya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku her roj piştî daxistina bazar û dikanan, tîmên ser bi wezareta tendirostî tevahiya bazar û kolanan bi dermanên antî vîros dermanrêj dikin û ev prosesa han di pêşerojê de jî berdewam dibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin