Cîhên DIŞIê hatin bordiman kirin

bordiman li parêzgeha Selahedînê pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îraqê, artêşa vê welatî bi balefirên F16 pêgeh û cîhên terorîstên DIŞIê bordiman kirine.

Komîteya şer ya artêşa Îraqê îro yekşem daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku îro balefirên şer yên F16 yên artêşa Îraqê pêgehên terorîstên DIŞIê li girava Ebdulezîz ya li çemê Firatê bordiman kirine.

Ev girava han dikeve rojavayê bajarokê Dur ya li Parêzgeha Selahedînê.

Li gor daxuyaniya komîteyê di encama bordimanê de hijmareke zêde terorîst hatin kuştin û pêgehên wan jî bi temamî hatine wîrankirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.