Odeya rûbirû bûna Koronayê li Dihukê ragihand ku li vê parêzgehê Korona ber bi nemanê ve diçe lêbelê şîret û tedbîrên tendirostî yên box we parastinê berdewam dibin.
Li gor daxuyaniya odeya rûbirû bûna Koronayê vê li Dihukê ji niha û pêde beşek ji bazar û Dikanan werin vekirin û vekirina wan dikanan jî bi cîhbicîh kirina tevahiya tedbîr û şîretên tendirostî yên bo xwe parastinê dibe.
Hin dikan û cîhên ku bo belav kirina Koronayê goncawin heta ku bi temamî ji nemana Koronayê pişt rast nebin nayên vekirin.
Weke tê zanîn ev 6 roje li Kurdistanê de ti kesek bi Koronayê neketiye û hijmareke zêde ji wan welatiyên ku bi Koronayê ketibûn ji Koronayê rizgar bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin