Li Tirkiyeyê her roj zêdetir ji 4 hezar kesn bi Koronayê dikevin

heta niha bi giştî hezar û 769 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Şeva derbasbûyî wezîrê tendirostî yê Tirkiyeyê Fexredîn Koca ragihand ku di nava 24 seatên derbasbûyî de bi giştî 4 hezar û 353 welatiyên din li Tirkiyeyê bi Koronayê ketine.

Koca herwiha eşkere kir ku di nava 24 seatên derbasbûyî de bi giştî 126 kesên din jiber koronayê canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya wezîrê tendirostî yê Tirkiyeyê heta niha li vê welatî 1769 kes bi Koronayê canê xwe ji dest dane û 78 hezar û 546 kesên din jî bi Koronayê ketine.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.