Hijmara miriyan 150 hezar kes derbaz kir

Amerîka xudan zêdetirîn hijmara miriyane
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest, belav bûna Koronayê li welatên cîhanê bi taybetî li Ewrûpa û Amerîkayê didome.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku heta niha li seraserê cîhanê jiber Koronayê bi giştî 153 hezar û 177 kes canê xwe ji dest dane.

Hijmara herî zêde ya miriyan heta niha li Amerîkayê hatiye tomarkirin ku 36 hezar û 721 kese û piştî Amerîkayê jî Îtalya, Îspanya û Franse xudan zêdetirîn hijmara miriyanin.

Li Çînê ku yekem car Korona li vê welatî derketibû bi giştî 4 hezar û 636 kes canê xwe ji dest dabûn.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.