Li Besreyê 15 kesên din bi Koronayê ketine

7 kes jî ji Koronayê rizgar bûne
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya tendirostiya Besreyê ragihand ku îro di encama cerbandinên nûjdariyê de, derketiye ku 15 şêniyên din yên vê parêzgehê bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya han di nava 24 seatan de li Besreyê 7 kesên din ku beriya niha bi Koronayê ketibûn, di encama tedavî kirinê de ji Koronayê rizgar bûne û ji qerentîneyê hatine derxistin.

Weke tê zanîn Besre yek ji wan parêzgehên Îraqê ye ku tê de hijmareke zêde welatî bi Koronayê ketine û hijmareke din ji bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.