Mesrûr Barzanî: Tişta ku diqewme yaxîbûna tîmeke diyare li hember hikûmetê

dibêje em weke hikûmetê vê yekê bi ti awayî qebûl nakin
سه‌رۆكی حكومه‌تی هه‌رێمی كوردستان
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê aloziyên li devera Wertê peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Piştî serkeftinên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê îdare kirina qirîzên yek li pey yek bi taybetî îdare kirin û kontrol kirina belav bûna Koronayê û rûbirû bûna gendeliyê, hewlên bername kirî yên li dijî hikûmetê destpê kirin, lê ez piştrastim ku nikarin rêya pêşiya xwestekên hikûmet û xelkê bigirin.

Lazime derbarê aloziyên heyî yên li ser Zîna Wertê ku ji aliyê hin kesên naberpirs ve hatine holê, vê peyama han pêşkêş bikim.

Di destpêka hewldanên kontrol kirina deverên sînorî bo pêşî girtin ji Koronayê, hijmarek qaçaxçî hewl bo anîn û birina çend kesan li wan sînoran da ku ev yek jî beruvajiya şîretên tendirostî yên hikûmetê bû.

Bo pêşî girtin ji binpê kirinan, weke gelek navçeyên din yên sînorî, wezareta pêşmerge hêzeke yekgirtî û hevbeş bo devera Wertê şand, lê mixabin dema ku li benda piştîvaniya tevahiya aliyan ji hikûmet bûn, tîmeke diyarkirî bi mebest û bi rihê hizbî, hêza hizbî li hember hêza hikûmetê xistin liv û tevgeran û bi eşkere li dijî hikûmetê rawestan, bi hinceta ku ev devera han ya hizbeke diyarî kiriye lewre hikûmet nikare hêzên hevbeş têde bicîh bike, jiber vê yekê dest bi çê kirina tawanan û tevlî hev kirina babetên netêkildar kirine.

Hêzên hevbeş û yekgirtî hêzên hikûmetên û hikûmet bo xwe biryar dide ku li kîjan devera herêma Kurdistanê wan bicîh bike. Ev hêza hevbeş bêyî ti hesasiyetek û bêyî ti cudatiyek li tevahiya parêzgehên herêmê de hatiye belavkirin, liwir vê pirsa han dipirsin ku çima û jiber çi tenê dijatiya şandina hêza hikûmetê bo devera Wertê tê kirin?

Liwir ev yek bo welatiyên hêja dubare dikim ku ji bilî hêzên pêşmerge yên ser bi wezareta pêşmerge, ti hêzeke din ya hizbî li Zîna Wertê nehatiye bicîhkirin.

Herwiha spasiya wan hêz û aliyên siyasî dikin ku dilgiranî û fikarên xwe yên li hember ew rewşa han ya nexwestî diyar kirine, herwiha daxwaz ji wan dikin ku biryar û desthilatên hikûmetê jî li gel biryar û desthilatên hizbê têkil nekin û bi yek çav li wan nemizînin, em ji wan hêvî dikin piştîvaniya hewlên hikûmetê bikin bo cîhbicîh kirina qanûn û nehêştina desthilatên neberpis û komên çekdar yên di bin desthilata takekesan de. Daxwaz ji wan dikim biryarên hikûmetê weke biryarên hizbî şirove nekin jiber ku feriz kirin û çespandina qanûnê bi aloziyên hizbî nayê hijmarkirin.

Behs kirin ji du îdareyî û tawanbar kirina hev û du xizmeta rewşa han nake, tişta ku niha diqewme, yaxîbûna komeke diyare li hember hikûmetê ev yek jî ne aloziyên hizbiye. Hêvî dikim ev aliyên han bi huşiyarî li hember aloziyên han tev bigerin jiber ku rola wan ya xêrê û bandora wan bi vê awayî tê derxistin ku li hember neheqiyê û binpê kirinan rawestin neku bi yek çav li baş û xirab bimizînin.

Di destpêka destbikar kirina me di kabîneya nû de me soza rastgûyî, xizmetkirin û çespandina rihê yek îdareyî da welatiyên hêja, bi ti awayî qebûl nakin di fermiyetê de hikûmeteke yekgirtî hebe û li beşeke din ya herêmê desthilateke din hebe û dijatiya hikûmetê bike.

Wezîrên birêz wezîrên tevahiya hikûmeta herêma Kurdistanê ne û şîret û fermanan ji hikûmetê werdigirin, ne ji hizb û aliyeke siyasî diyar, ev yek jî xestek û hêviya tevahiya xelkê Kurdistanê bû.

Em di demekê de ku nuneratiya tevahiya deverên Kurdistanê dikin, di heman demê de jî berpirsên bo çespandina qanûn û şîretan li seraserê herêma Kurdistanê bêyî cudatî. Bi ti awayî rê nadin li herêma Kurdistanê de çend desthilat û hikumdariyên cuda ji derveya qanûnê hebin û pêşî ji cîhbicîh kirina biryarên hikûmetê bigirin.

Welatiyên hêja

Min pişt bi xwedê û we yên dilsozên nîştiman, ev erka han ya giran qebûl kir, niha jî bi pişt girêdan bi xwedê û we, li ser çespandina qanûn û xizmet kirina xelkê Kurdistanê bêyî cudatî berdewam dibin li ser xizmet kirina tevahiya xelkê Kurdistanê.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.