Heta bikarin emê xizmeta malbetên şehîdan bikin

dibêje emê bi her awayî xizmeta kesûkarên şehîdan bikin
کوردستان TV
100%

Di bîranîna 33mîn salvegera kîmiyabaran kirina devera Balîsan, wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyên hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wezaretê eşkere kiriye ku serê rêzê bo şehîdên Kurdistanê ditewînin û tevahiya şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku şêniyên devera Balîsan bi dirêjahiya dîroka tevgera azadîxwaz ya gelê Kurd de bi qurbanîdan û qehremanî, rola xwe bo piştgîrî kirina şoreşê lîstine û bi xwîna xwe dîroka şoreşê xemlandine.

Her jiber vê qehremanî û dilosziya han bû ku di roja 16ê Nîsana 1987an de rejîma dîktator di çarçoveya prosesa enfalê de devera Balîsan jî bi çekên kîmiyayê bordiman kirin û di encam de hijmareke zêde welatî şehîd bûn û hijmareke din jî birîndar bûn.

Em weke wezaret, bi rêzdarî şehîdên Balîsan û tevahiya şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û heta bikaribin hevl bo baştir xizmetkirina kesûkarên şehîdan didin jiber ku hêjayê xizmet kirineke gelek başin.

Di dawiya daxuyaniyê de wezaret daxwaz lêbûrînê kiriye ku jiber Koronayê nikariye merasîmek bo bîranînê organîze bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.