Li devera Sîdekan hijmareke zêde mîn û teqemeniyên paşmayî yên serdema rejîma dîktator ya Besê di bin axê de mane û car car dibin sedema birîndar anjî can ji dest dana şêniyên deverê.
Di wan rojên dawî de jiber barîna baranê, hijmareke zêde mîn û teqemeniyên paşmayî, derketin û ev yek jî bû metirsî bo ser canê şêniyên deverê.
Piştî derketina wan mînan birêveberatiya giştî karûbarên mîn û teqemeniyan ya Hewlêrê dest bi kom kirin û ji nav birina wan mîn û teqemeniyan kir.
Birêveberatiya karûbarên mîn eşkere kiriye ku duhê karîne 6 mîn û çend parçe teqemenî ji sê gundên ser bi Sîdekan ku hatibûn dîtin kom bike û pişt re jî wan ji nav bibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin