11 kesên din li Hewlêrê ji Koronayê rizgar bûn

heta niha 89 kes ji Koronayê rizgar bûne
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya tendirostiya Hewlêrê îşev ragihand ku 11 welatiyên din yên ku beriya niha bi Koronayê ketibûn, piştî wergirtina çareseriyên nûjdarî rewşa wan baş bûye û ji Koronayê rizgar bûne.

Li gor daxuyaniya han tevahiya cerbandinên nûjdarî bo wan 11 kesan hatine kirin û di encam de derketiye ku rewşa wan ya tendirostî gelek başe û bo malên xwe hatine şandin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku heta niha li Hewlêrê bi giştî 89 welatî ji Koronayê rizgar bûne û ji nexweşxaneyê hatine derxistin û bo malên xwe hatine şandin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.