Erkê pêşmerge parastina xak û xelkê Kurdistanê ye

dibêje emê hewl bo aram kirina rewşê didin
کوردستان TV
100%

Êwara îro çarşem wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê derbarê şandina hêz bo devera Zîne Wertê daxuyaniyek bo raya giştî belav kir.

Di daxuyaniya han de wezareta pêşmerge eşkere kiriye ku şandina hêzek ji fevca lîwaya 7ya Piyade ya ser bi wezaretê bo Wertê tedbîreke demkî bû, ku li ser daxwaza komîteya rûbirû bûna Koronayê bo deverê hatibû şandin.

Li gor qanûnan hêzên pêşmerge û hikûmeta herêma Kurdistanê xudan mafên û dikarin li tevahiya deverên nava sînorên herêma Kurdistanê de biçin, cîhên hêzên pêşmerge jî biguherin lewre daxwaz ji xelkê dikin û şîroveyên şaş li ser vê mijarê nekin.

Parastina xelk û xakê Kurdistanê erkê hêzên pêşmergeye, niha jiber vê rewşa han lazime her kes li gor berejwendiyên netewî û daxwazên xelk tevbigere û hewl boa ram kirina rewşê bide.

Nebe jiber bêbaweriya aliyan û mezin kirina kêşeyên biçûk gelê me rastî ziraran bibe.

Me weke wezareta pêşmerge hewlên xwe bo aram kirina rewşê bi tevger kirine û emê berdewam bin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.