Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Sîdekanê dane me, şeva derbasbûyî balefirên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li deverê de gundê Bêrkim ya ser bi devera Sîdekanê ve bordiman kirine.
Li gor zaniyariyan di encama bordimanê de zirarên mezin ber malê şêniyekî gundê, cade û tora elektirîkê ya deverê ketine.
Hate zanîn ku balefir bombeyên xwe 10 metre nêzî xaniyên şêniyê gundê avêtine.
Ev çendîn care ku balefirên Tirk bi hinceta hebûna gerîlayên pkkê gundên derdorê Sîdekanê bordiman dikin û zirarê didin şênî û xwezaya deverê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin