Birêveberatiya tendirostiya Çemçemalê ragihand ku 6 welatiyên ku beriya niha bi Koronayê ketibûn, piştî çareseriyên nûjdariyê rewşa wan baş bûye û ji Koronayê rizgar bûne.
Li gor daxuyaniya tendirostiya Çemçemalê ev her 6 welatî beriya du hefteyan bi Koronayê ketibûn û pişt re bo derman kirinê hatibûn qerentînekirin û piştî derbasbûna 2 hefteyan ev 6 welatî ji Koronayê rizgar bûne û rewşa tendirostiya wan baş bûye û bo malên xwe hatine şandin.
Di beşeke din ji daxuxyaniyê de hatiye diyarkirin ku niha bi tenê 4 kes di nexweşxaneyê de mane û rewşa wan ya tendirostî jî başe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin