Serokwezîrê herêma Kurdistanê bi minasebeta cejna sersalê peyameke pîrozbayê pêşkêşî Êzidiyan kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi minasebeta cejna sersal ya olî ya Êzidî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xuşik û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê de dikim.
Hêvî dikim sala nû têje be ji xêr û xweşî û kameranî û herwiha sala dawî hatin bi êş û azarên xuşik û birayên Êzidî ku di salên derbasbûyî de li ser destê terorîstan rastî tawanên mezin hatibûn.
Hikûmeta herêma Kurdistanê pêbendî parastina mafên tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên herêmê Êzidî jî weke pêkhateyeke resen ya gelê Kurd maf û daxwazên wan parastî dibin û tevahiya hevlên xwe bo zêdetir xizmet kirina wan bi tevger dikin.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin