Serokê herêma Kurdistanê di bîranîna 32mîn salvegera enfalê de peyamek pêşkêş kir û daxwaz ji civaka cîhanî kir daku enfal weke genocide bipejrîne.
Di bîranîna salvegera sîh û dû saliya pêla ji navbirinên Enfalê da, bi rêz û rûmetê ve wan hemû qurbaniyan bi bîr tînîn ku li wê tawankarî û jenosaydê da canê xwe gorîkirin û serê rêz û hûrmetê jî li ber giyanê pakê wan û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînîn, silav û rêz jî, ji bo malbat û kesukarên wan yê serbilind be.
Enfal yek ji dirindetirîn tawanên dîrokê ye ku jin, mêr, zarok û pîr nenasiye û bi bê wicdanî hemûyan pêkve berev mirina bi kom binax kiriye. Her wiha jîngeh û avadaniyan text kiriye û hemû şûnewarekî jiyanê jêbiriye. Ew siyaseta regezperesta Be’es bûye sedema wê yekê ku tenê li pêlên enfalê da, ji bilî wêrankirina hezaran gund û dehan bajarokên Kurdistanê, zêdetirê (180) hezar welatiyên Kurdistanê canê xwe spartin û hatin komkujkirin û binaxkirin..
Di demek da îro bîranîna wan azîzan û tevahiya şehîdên Kurdistanê dikîn, divê hemû hewlên me ji bo ewe bin ku bi tu awayekî rê neyê dayîn careke din ne gelê Kurdistanê û ne hîç gel û milletekî dinê sererdê, rûbirûyê wê tawankarî û jenosaydê bibin. Divê dewleta Iraqê jî wekî erkê xwe yê yasayî û exlaqî, bi awayeke ciddî berê xwe bide kesukarên qurbaniyan û wan qerebû bike.
Her wekî çawa Dadgeha Bilinda tawanan ya Iraqê enfalan bi genocide û tawana dijî mirovayetî û tawana cengê nasand daxwazê ji civaka navdewletî jî dikîn van tawankariyan bi jenosayd binasênê. Bi vê navê da jî berdewam dibîn û hemû hewlekê didîn. Her wiha ji bo peydakirina termên şehîdan û vegerandina wan ya himbêza niştiman de berdewam dibîn.
Di vê bîranînê de rêz û silav ji bo giyanê pakê şehîdan ku herdem li bîranîna gelê Kurdistanê da bi zîndî dimînin.
Serokê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
14/04/2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin