Birêveberatiya giştî ya tendirostiya Silêmanî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku piştî wergirtina çareseriya nûjdarî, 5 welatiyên din yên ku bi Koronayê ketibûn, ji Koronayê rizgar bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gor daxuyaniya han hijmara kesên ku bi Koronayê ketine gelek kêm bûye û niha tenê çend kes li nexweşxaneyê de mane.
Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku li Silêmanî bi giştî 100 welatî ku bi Koronayê ketibûn piştî çareseriya nûjdariyê ji Koronayê rizgar bûne û rewşa wan ya tendirostî niha gelek başe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin