Pûtîn: Li Rûsyeyê rewş aloztir dibe

heta niha 148 kes mirine
کوردستان TV
100%

Serokê Rûsyayê Viladimir Pûtîn di gotareke xwe de derbarê Koronayê de ragihand ku rewş aloze û hîn aloztir bibe.

Pûtîn eşkere kiriye ku li Rûsyeyê Korona bilez belav dibe jiber vê yekê rewşa welat aloze û di rojên pêşiya me de Korona zêdetir belav bibe û ew yek jî rewşa heyî aloztir dike.

Pûtîn diyar kiriye ku eger pêdivî be emê çavkaniyên wezareta berevanî jî bo rûbirû bûna Koronayê bikar bînin.

Heta niha li Rûsyeyê zêdetir ji 18 hezar kesan bi Koronayê ketine û 148 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.