Bi minasebeta cejna Qiyame ya welatiyên Mesîhî Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi minasebeta hatina cejna Qiyame ya Hezretê Îsa Mesîh germitirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên mesîhî yên Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.
Di vê minasebetê de tekez li ser çanda lêborînî û aştîxwaziya gelê Kurdistanê dikîn û pêwîste jî Kurdistan her dem wekî cihê birayetî û pêkvejiyana hemû pêkhatên neteweyî û oliyan li navçeya me da bimînê.
Hêvîdarim ev helkeft bibê sedema dawî hatina şewb û nexweşî û êşan û aştî û aramî li ser navçeyê û cîhanê da bikêşê û xûşk û birayên me yên mesîhî jî herdem cejn û xweşiyên xwe li aştî û tebayiyê da bikin.
Bimînin di xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî
11.04.2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin