Hizbulah: Ev bi wateya ragihandina şere

roja pêncşemê hatibû pîwerdarkirin
کوردستان TV
100%

Hizbulaha Îraqê derbarê berbijêr kirina Mistefa Kazimî bo Serokwezîriya Îraqê ragihandiye ku berbijêr kirina Mistefa Kazimî bo postê Serokwezîriya Îraqê bi wateya ragihandina şere.

Hizbulaha Îraqê di daxuyaniyekê de eşkere kiriye ku Mistefa Kazimî kesêke ku xudan kesayetiyeke nediyare ne xudan ti mercekê ye ku bibe Serokwezîrê Îraqê û berbijêr kirina vî bi wateya ragihandina şere.

Hizbulah herwiha daxwaz ji aliyê şîe kiriye ku bi ti awayî piştîvaniya Kazimî nekin.

Weke tê zanîn roja pêncşemê, Ednan Zurifî ku beriya niha hatibû berbijêrkirin, dev jikar berdana xwe ragihandibû û Serokkomarê Îraqê jî Serokê dezgeha îstîxbarata Îraqê Mistefa Kazimî bo ava kirina kabîneya nû ya Îraqê pîwerdar kiribû.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.