Hikûmeta Amerîkayê ragihandiye ku vê 10 miliyon dolar weke xelat bide wan kes û aliyan ku derbarê rayedarên hizbulaha Îraqê de zaniyarî bide Amerîkayê.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Amerîkayê, her kes anjî aliyek derbarê rayedarên elşkerî yên hizbulaha Îraqê de zaniyariyên rast û dirost bide Amerîkayê vê Amerîka bi qasî 10 miliyon dolar xelat bide wan.
Ev daxuyanî ji aliyê wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye belavkirin û hizbulaha Îraqê jî rojane gef li hêzên Amerîkî yên li Îraqê dike.
Di daxuyaniyê de tekez li ser navê rayedarê leşkerî yê hizbulah Kawtaranî hatiye kirin û kesên ku derbarê Kawtaranî de zaniyarî bide Amerîkayê vê 10 miliyon dolar xelat bistîne.
Kawtaranî ji sala 2013an ve heta niha di nava lîsteya teror ya Amerîkayê deye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin