Li Rûsyeyê hijmara berketiyên Koronayê zêde bû

heta niha 76 kes li Rûsyeyê canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Rûsyeyê di nava 24 seatan de li 50 navçeyên curbicur yên Rûsyeyê herî kêm hezar û 459 kesên din bi Koronayê ketine.

Çapemeniya Rûsyeyê eşkere kiriye ku heta niha li vê welatî bigiştî 10 hezar û 131 kes bi Koronayê ketine.

Herwiha hate zanîn ku heta niha li Rûsyeyê bi giştî 76 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û 700 kes jî piştî wergirtina çareseriyê bi ser Koronayê de zal bûne.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.