Korona xwe gehandiye mala şahê Siûdiyeyê

tê gotin 150 kes bi Koronayê ketine
شای سعودیه‌
کوردستان TV
100%

Li gor nûçeyeke rojnameya New York Times ya Amerîkî, Korona gehêştiye kesên nêz û endamên malbeta şahê Siûdiyeyê.

Rojnameya nav hatî di raporta xwe de ku dibêje ji kesên nêzî malbeta şahê Siûdiyeyê zaniyarî wergirtiye, rayedarên Siûdiyeyê ferman dane daku 500 textên nexweşan li nexweşxaneya Feysel û baştirîn nûjdarên Siûdiyeyê bo çareser kirina wan endamên malbetê ku bi Koronayê ketine amade bikin.

NT herwiha belav kiriye ku li gor zaniyariyan heta niha nêzî 150 kesên endam û nêzî malbeta şahê Siûdiyeyê bi Koronayê ketine.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.