Komîteya cîhbicîh kirina reforman ya hikûmeta Kurdistanê civiya

çend biryarên giring derbarê cîhbicîh kirina projeyê de hatin dayîn
کوردستان TV
100%

Îro bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê komîteya reforman yekemîn civîna xwe lidar xist û Serokwezîr li ser pêgeha xwe derbarê navroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro çarşem 8/4/2020 piştî pejrandina bernameya navxwe ya komîteya cîhbicîh kirina qanûna reforman û belav kirina vê ji aliyê rojnameya fermî ve, me bi rêya telekonferansê gerînendetiya yekemîn civina komîteya cîhbicîh kirina proje qanûna reforman kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr û wezîrên têkildar beşdar bûn, me giftûgo derbarê mekanîzim û çarçoveya qanûnî ya cîhibicîh kirina proje qanûnê kir.

Li ser navê civata wezîran me tekez li ser vê yekê kirk u cîhbicîh kirina reforman beşeke girînge ji karnameya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê û armanc ji cîhbicîh kirina vê projeyê jî dabîn kirina dadwerî û şayiste (hêja)bûne û lazime tevahiya war û sekteran bigire ber xwe, dabîn kirina maf û îmtiyazên qanûnî mûçexorên rastîn û hêja armance me ya serekiye.

Di berdewamiya civînê de piştî ku wezîrên têkildar raporta xwe ya derbarê cîhbicîh kirina proje qanûnê de pêşkêş kirin, komîteya cîhbicîh kirina reforman, raporta han pejrand û tevahiya aliyên ku ne ser bi wezaretanin hatin pîwerdarkirin daku komîteyên jêrîn ava bikin û bilez di çarçoveya xal û madeyên proje qanûna reforman de dest bi karên xwe bikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.