Nêçîrvan Barzanî: Emê piştîvaniya Mistefa Kazimî bikin

dibêje lazime hewl bo aram kirina rewşê were dayîn
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek derbarê rewşa heyî de belav kir ku ev jî tekesta vê ye;

Ev rewşa sext û dijwara welatê me yê ezîz têda derbas dibe, ji me hemûyan dixwaze nakokiyên xwe deynîn aliyek, her çi zûtire li ser mekanîzmeke ji bo pêkanîna Hikûmeta Federalî li gor destûr û li ser bingeha pêkhatin û sazanekî rastîn rêkbikevîn ku aramî û şiyana hikûmetê li bi cîhkirina erkên xwe da mîsoger bike. Girîngtirîn erk jî li vê qonaxê da, rûbirûbûna wan metirsî û qeyranane ku rastî Iraqê bûne.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê li nêrîna baweriya bi aramiya siyasî û emnî ya Iraqê amadeye ji bo karê cidî bike. Bi wê navê da jî pêkanîna hikûmeta nû bi piştevaniya hemû aliyên niştimanî gelek bi pêwîst dizane. Li vê çarçoveyê de pêşwaziyê li kandîdkirina birêz Mistefa Kazimî ya ji bo posta Serok Wezîrê Hikûmeta Federalî dikîn ku ji aliyê hêzên siyasiyên pêkhata Şîe ve hatiye destnîşankirin. Daxwaz ji hemû aliyek jî dikîn piştevaniyê bikin heta bi zûtirîn dem erkên pêkanîna hikûmetê temam bike.

Xwedayê mezin piştevanê me be.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

08.04.2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.