Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî da malbatên wan pêşmergeyên ku şeva borî di şerê DIŞIê de şehîd bûn.
Şeva borî li devera Kuleco ya bajarê Kifrî yê Başûrê Kurdistanê, di êrişa terorîstên DIŞIê de du pêşmerge şehîd bibûn.
Bi vê helkeftê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameka sersaxiyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe gotiye: Ez sersaxiyê didim malbat û mirovên her du pêşmergeyên şehîd, Surkêw Reşîd û Îsmaîl Faris, ku şeva borî li devera Kuleco ya Germiyanê di şerê terorîstên DIŞIê de şehîd bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ragihandiye: Ez hevxemê wan in. Xwedayê mezin ruhê şehîdan şa bike û sebr û hedarê bide malbat û mirovên wan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin