Serokê Civata Lêkolînê ya Ewrûpa Mauro Ferrari karvekişîna xwe ragihand.
Ferrari, ku yek ji psporên herî girîng yên Yekîtiya Ewrûpa (YE) ye, diyar kir ku jiber têkoşîna yekîtiyê ya dijî vîrusa korna xeyalên wî şikestine.
Wî bo têkoşîna dijî vîrusa korona bernameyeke lêkolînê ya berfireh pêşnîyaz kiribû, lê YE’ê ew red kiribû.
Rojnameya Financial Times ji zarê Ferrari ragihand ku endamên YE’ê di kordînekirina sîstemên saxlemîyê de bi ser neketine.
Komîsyona Ewrûpa ser karvekişîna Ferrari hîn ti daxuyanî nedaye
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin