Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefonî de li gel Wezîrên navxwe û tendirustî, parêzgerên Hewlêr, Silêmanî, Dihuk û Helebce û serpereştiyarên her dû îdareya Germiyan û Raperînê dûvdaçûnê ji bo pêşhatên dawî yên taybet bi Koronayê kir.
Îro sêşem 07/04/2020 Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyek de li gel aliyên berpirsan, pêşhatên dawî yên taybet bi belavbûna Koronayê û rêkarên hikûmetê û aliyên peywendîdaran ya ji bo rêgirîkirina li zêdetir belavbûna şewbê guftûgo kir û li rewşa parêzgehan û her dû sînorên Germiyan û Raperîn û birêveçûna karên wan û pêdivî û kêmasiyên wan û bandorên wê û pêketiyên şewbê li ser jiyan û guzeraniya welatiyên Herêma Kurdistanê pirsî.
Serokê Herêma Kurdistanê spas û destxweşiyê li her dû Wezareta navxwe, tendirustî û parêzgeh û îdare û kargêrî û pizîşkan û karmendên tendirustî û Pêşmerge û asayîş û tevahiya hêzên navxo û karmendên derbasgehên sînorî û firokxane û dezgehên ragehandin û wan hemûyan kir ku li rûbirûbûna şewbê da beşdarin û hemû hewlekê ji bo kontrolkirina wê didin.
Nêçîrvan Barzanî her wiha spasî welatiyan kir ku pêgirê rênimayiyên xweparastinê bin û daxwaz kir hemû berdewam bin li pêgirî û hevkariya hewlên hikûmetê yên ji bo rêgirîkirina zêdetir belavbûna şewbê bikin. Dûpat jî kir ku rêkar û rênimayî û pêgiriya welatiyan heta niha encameke baş bi dest ve daye û hêvî xwest bi hevkariya hemû aliyek ev rewşa dijwar jî bê derbaskirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin