Li Tirkiyeyê du nexweşxaneyên mezin tên çê kirin

her dije hijmara miriyan li Tirkiyeyê jî zêdetir dibe
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ragihand ku bo rûbirû bûna Koronayê û derman kirina kesên ku bi Koronayê ketine vê du nexweşxaneyên gelek mezin çê bikin.

Erdogan eşkere kir ku ferman bi aliyên têkildar kiriye daku di nava 45 rojan de her du balefirxaneyên mezin yên Tirkiyeyê Ataturk û Sencaktepe bo nexweşxaneyê werin veguhertin daku kesên bi Koronayê ketine di nava wan nexweşxaneyan de werin dermankirin.

Weke tê zanîn li Tirkiyeyê zêdetir ji 600 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 25 hezar kesên din jî bi Koronayê ketine.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.