Peyvdarê birêveberatiya tendirostiya Hewlêrê Bijar Mûsa Elî ragihand ku welatiyeke din yê ku li Hewlêrê bi Koronayê ketibû, piştî prosesa derman kirinê rewşa vî baş bûye û ji qerentîneyê hatiye derkirin û bo mal hatiye şandin.
Mûsa Elî eşkere kir ku heta niha li Hewlêrê bi giştî 20 welatî ku bi Koronayê ketibûn piştî çareseriyê rewşa wan baş bûye û vegeriyane malên xwe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin