Serokê herêma Kurdistanê peyamek derbarê salvegera komkujiya Kurdên Feylî de pêşkêş kir ku ev jî teksta vê ye;
Di salvegera çil saliya genocide û tawana veguhestin û bêserûşûn kirina Kurdên Feylî da ku helqeyeke yekî din bû ji zincîra tawanên rejîma Beas beramber bi gelê Kurd. Serê rêz û hûrmetê jî ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdên Feylî diçemînin û bi rêz û rûmetê ve wan bi bîr tînîn.
Veguhestin û derxistina sedan hezar Kurdên Feylî û bêserûşûn kirina dehan hezarên din, dest bi ser da girtina mulk û mal û ji wan wergirtina regeznameyên wan tenê ji ber ewe bû ku Kurdin û piştgîriyê li şoreş û mafên gelê xwe kirine, bi hemû wateyeke dinê bi peyv, jenosaydek bû beramber bi Kurdên Feylî hatiye encamdan.
Di vê salvegerê de û ew tawana Be’es beramber Kurdên Feylî ji aliyê Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê ve bi jenosayd hatiye naskirin, dûbare daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikin qerebûya Kurdên Feylî bike û erkê xwe yê yasayî û exlaqî bi cîh bigihîne. Her wiha kêşeya vegerandina regezname û mulk û malên wan çareser bike.
Silav ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdên Feylî û tevahiya şehîdên Kurdistanê.
Silav û rêz ji bo malbatên wan yên serbilind.
Serokê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
06/04/2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin